Abûrînas: 60% ji ciwanên me bêkar in û pêwîstiya her malbatekê bi 700 dolar heye
Welat TV - Hewlêr
Abûrînas Beşîr Hesen diyar kir ku bilindkirina nirxên mazot û kelûpelên din li deverên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bandoreke xerab li ser jiyana rojane kiriye.
Abûrînas Beşîr Hesen di çarçoveya beşdariya xwe di programa Rojeva Welat de got, gendelî û bilindkirina nirxan barê welatiyan girantir kiriye, û dever bi giştî rastî kirîzê hatiye.
Hesen da zanîn ku 60% ji ciwanên me bêkar in û piraniya malbatan li ser alîkariyên ji derve tên dijîn.
Beşîr Hesen got jî, nirxê her tiştekî giran bûye di heman demê de mûçeyên karmend û karkeran kêm û erzan in, karmend mehane bi 80 dolarî kar dikin, û di buhabûnê çêbûye de, pêwîstiya her malbatekê bi 500 – 700 dolar heye.
Abûrînas Beşîr Hesen di dawiya gotina xwe de tekez kir ku, başbûna rewşa abûrî bi rewşa siyasî ve girêdayî ye, û çareserî bi pêkanîna hikûmeteke giştgir e ku hemû alî tê de beşdar bin.