Bûkemal.. Ji encama teqîna paşmayeke şer 4 kes birîndar bûn

Bûkemal.. Ji encama teqîna paşmayeke şer 4 kes birîndar bûn

Welat TV - Hewlêr

Ji encama teqîna paşmayeke şer li bajarê Bûkemal ê Dêra Zorê 4 kes ji malbatekê birîndar bûn.

Berevaniya sivîl a Sûriyê belav kir ku ji encama teqîna paşmeyeke şer di dema danheva kelûpelkên kevin de li bajarê Bûkemal, kesek li gel hevjîn û du zarokên xwe birîndar bûn û tîmên wan ji bo bajarê Meyadîn veguhestine.

Li gorî amarên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ji destpêka vê salê ve 165 kes li Sûriyê ji encama teqîna mayîn û paşmayên şer hatine kuştin ku 130 mêr, 55 zarok û 7 jin in. her weha 233 kes jî birîndar bûne.