Mihemed Ismaîl: Em ê di desthilatê de li Sûriyê beşdar bin

Welat TV - Hewlêr 

Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî û Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya Mihemed Ismaîl ragihand ku ew ê di desthilatê de li Sûriya nû beşdar bin.

Mihemed Ismaîl ev yek di semînareke siyasî de li bajarê Girkê legê ragihand û diyar kir ku ew tu carî nabin fakterê tundûtûjiyê û li dijî gotara kîn û zikreşiyê ne.

*"Rêbaza Barzanî takerê ye"

Mihemed Ismaîl da zanîn ku rêbaza Barzanî takerê ye ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd û daxwazên wan zelal in ew jî çespandina mafên rewa yên gelê Kurd li Sûriyê ne.

Serokê ENKSê got jî ku beşdarbûna wan di desthilatên dozgerî û cîbicîkar ên hikûmetê de dê li ser bingeha nûnertiya gelê Kurd û bidestxistina mafan bin.

*Karê şanda Kurdî

Serokê ENKSê her weha diyar kir ku çûna şandên cuda li cihê şanda Kurdî ya hevbeş ji bo diyalogê li gel Şamê û wergirtina postan, ji sedemên serneketina karê wê şanda Kurdî bû.

Di semînarê de, endam û alîgirên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî û Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya, çalakvan, rûspî û şêniyên deverê beşdar bûn.