Şandeke Wezareta Abûrî û Pîşesaziyê û parêzgarê Hesekê civiyan
Welat TV - Hewlêr
Wezareta Abûrî û pîşesaziyê li gel parêzgarê Hesekê dubare çalakirina rêveberiya pîşesaziyê û hejmarek kargeh gotûbêj kir.
Şandeke Wezareta Abûrî û pîşesaziyê li gel parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed bi amadebûna rêvebirê saziya karûbarên siyasî û hejmarek berpirsên komîta tevlîkirinê civiya.
Rêveberiya Ragihandina Hesekê da zanîn, di civînê de mîkanîzmên dubare çalakirina rêveberiya abûrî, kargehên ristin û tevnê û navendên pembû, gotûbêj kirin.
Di civînê de tekezî li ser bilezkirina gavên dubare çalakirinê hate kirin, bi armanca piştgiriya aramiya abûrî li parêzgeha Hesekê û dabînkirina derfetên kar.