Belcîka.. Yekemîn diyalog di navbera Yekîtiya Ewropa û Sûriyê de bi rê ve diçe

Belcîka.. Yekemîn diyalog di navbera Yekîtiya Ewropa û Sûriyê de bi rê ve diçe

Welat TV - Hewlêr

Encûmena Yekîtiya Ewropa ragihand ku roja 11 vê meha Gulanê yekemîn diyaloga siyasî ya astbilind di navbera Yekîtiya Ewropa û Hikûmeta Sûriyê de li Birokslê tê lidarxistin.

Ev civîn dê bi serokatiya her yek ji komîsera Bilind a Yekîtiya Ewropa bo karûbarên derve û siyaseta Ewlehiyê Kaya Kalas û Wezîrê Derve yê Sûriyê Es’ed El-Şeybanî, bi rê ve biçe.

Encûmena Ewropî di daxuyaniyekê de got civîn dê derfetek be ji bo bidestxistina pêxistinekê berev asayîkirina pêwendiyan û nirxandina rêyên kar yên girêdayî piştgiriya Ewropa ji bo aramiya Sûriyê û veguhestina siyasî ya giştgir.

Ji aliyê xwe ve, Rêxistina Humen Rights Watch nameyek bo Yekîtiya Ewropa şand û tekez kir ku pêwîst e her gaveke asayîkirinê yan jî hevkariya temam li gel Hikûmeta Sûriyê, girêdayî pêşketina doseyên dadwerî û lêpirsînê be.