Efrîn.. Hilmetek ji bo çakirina rêya gundê Gewrika bi rê ve diçe

Efrîn.. Hilmetek ji bo çakirina rêya gundê Gewrika bi rê ve diçe

Welat TV - Hewlêr

Şêniyên gundê Gewrika yê herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê dest bi çakirin û rastkirina rêya gundê xwe kir. 

Hilmeta çakirin û rastkirina rêya gundê Gewrika bi piştevaniya ciwanên gund ên li derveyî welêt bi rê ve diçe. 

Di hilmetê de, rêya gund a ku ji ber lehiyê têk çûye tê rastkirin û çakirin.

Beriya niha jî, hilmetên bi vê rengî li deverên cuda yên herêma Efrînê bi rê ve çûn, tê de rê û jêrxaneyên xizmetguzariyê yên cuda hatin çakirin.

⇒Her weha bixwîne.. Şêniyên gundê Kefirdelê dest bi hilmetekê kir ji bo çandina 1000 darî