Kampa Basirme.. Xuleke Topa Pê bi navê "Welat TV" bi dawî hat
Welat TV - Hewlêr
Xuleke Topa pê bi navê Welat TV li kampa Basirme ya penaberên Rojavayê Kurdistanê bi dawî hat.
Li Kampa Basirme ya bi ser Hewlêrê ve, xuleke topa pê bi navê Welat TV bi rê ve çû tê de 9 tîm beşdar bûn.
Lîstika dawî di navbera Tîmên Kurdistan û Kasan de bi rê ve çû. Tîma Kasan bi ser ket û bû qehremanê vê xulê.
Di dawiyê de xelat di keşûhewayeke kêfê de hatin pêşkêşkirin, tîmên beşdar jî û komîta rêkxer a xulê kêfxweşiya xwe diyar kir.