Hewlêr û Enqerayê çawaniya bihêzkirina peywendiyên dualî gotûbêj kir

Hewlêr û Enqerayê çawaniya bihêzkirina peywendiyên dualî gotûbêj kir

Welat TV - Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî duh êvarê pêşwazî li Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan li gel şandeke pilebilind kir.

Her du aliyan civîneke hevbeş li dar xist, tê de xurtkirina peywendiyên dualî û dawîn pêşhateyên deverê hatin gotûbêjkirin.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di civînê de, serdana Serokê Turkiyê bo Bexdayê û hevdîtinên wê li gel berpirsên Îraqî, peywendiyên Turkiyê li gel Îraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî di warên aborî, bzirganî û hevkariya ewlehî de hatin gengeşekirin.

Nêçîrvan Barzanî di civînê de da zanîn, Herêma Kurdistanê dixwaze peywendiyên xwe li gel Turkiyê di hemû waran de pêş bixe û tekez kir, dê Herêm bimîne fakterekî aramî û seqamgêriyê li deverê.

Mesrûr Barzanî tekez kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye ji bo pêşxistina peywendiyan û hevkariya hevbeş ya aborî û bazirganî li gel Turkiyê.

Ji aliyê xwe ve, Erdogan tekez kir ku dê welatê wî di piştevaniya Îraq û Herêma Kurdistanê de berdewam be serbarî hevkariya hevbe û pêşxistina peywendiyan di hemû waran de.