Hesekê.. Amadekariyên ezmûnên polên 9an û Bekeloriya têne kirin

Hesekê.. Amadekariyên ezmûnên polên 9an û Bekeloriya têne kirin

Welat TV - Hewlêr

Amadekariyên ezmûnên giştî yên polên nehan û Bekeloriya li Parêzgeha Hesekê têne kirin.

Îro, 13 Gulana 2026an, Rêveberiya Perwerdeyê li Hesekê civînek ji bo serokên navendên ezmûnan, emîn siran û nûnerên perwerdeyê li dar xist.

Civîn di çarçoveya amadekariyên ezmûnên polên nehan û bekeloriya de hat, li gorî Rêveberiya Ragihandina Hesekê, hemû doseyên girêdayî birêveçûna ezmûnan û amadekirina navendên ezmûnan û mîkanîzma belavkirina çavdêran, hatin gotûbêjkirin. 

*832 hezar xwendekarî

Ezmûnên pola nehan dê di 4ê meha Hezîrana bê de werin lidarxistin, û yên bekeloriya jî 6 Hezîranê dest pê dikin. Hejmara xwendekarên herdu polan jî dighêje nêzîkî 832 hezar xwendekarî.