Nivîskar Rewac Hacî berhema xwe ya nû îmze kir

Welat TV - Hewlêr

Nivîskar Rewac Hacî, Berpirsê Doseya Sûriyê li Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî pirtûka xwe ya nû îmze kir.

Nivîskar Rewac Hacî pirtûka xwe bi navnîşana, Rewşa Kargêriya Devera Barzan – Di çarçoveya belgenameyan de di navbera salên 1850 – 2024 de, îmze kir.

Îro li peymangeha teknîkî ya Mêrgesorê panêleke zanistî bi rê ve çû û pirtûka li ser Dîroka Kargêrî, Amar, Komelayetî, pêkvejiyan li qezaya Mêrgesorê, hate îmzekirin.

*"Min li 3 perçeyên Kurdistanê kar li ser kiriye"

Rewac Hacî ji Welat TV re got, "Min pêşgotina pirtûkê di dema ku ez li Efrîn bûm di nava darên zeytûnan de nivîsand, her weha di dema ku dezgeh bi hewara derbideran ve li Qamişlo çû, li wê derê jî wî karê lêvegerîn û hûrbîniyê kir".

Hacî diyar kir ku Nivîsandina vê pirtûkê ji 4 salan ve ye û li Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê min kar li ser kiriye.

Pirtûk bi awayekî ekadîmî hatiye amadekirin û ronahiyê dixe ser kargêriya devera Barzan.

*Berhem

Nivîskar Rewac Hacî xwediyê 4 berhamên çapkirî ne:

*Welatnas 2011

*Nexşeya Kargêriya Qezaya Mêrgesor 2014

*Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di medyaya cîhanî de 2018

Berhemên neçapkirî:

*Bi wêne.. Xebat û jiyana pêşmergeyekî

*Stratîjiyet û sîstema rêxistinên nehikûrmî

*Başûrê Kurdistanê di salnameya Osmaniyan de