Hêzên Israîlê 2 gerên leşkerî li başûrê Sûriyê encam dan
Welat TV - Hewlêr
Hêzên Israîlê 2 gerên leşkerî li Der´a û Quneytirayê li başûrê Sûriyê encam dan.
Îro 2 tank û 2 otombîlên leşkerî yên hêzên Israîlê gerek li nêzîkî bajarokê Cemle li gundewarê Rojavayê Der´ayê encam da
Her weha hêzeke Israîlê bi 2 otombîlên leşkerî derbasî gundewarê Quneytirayê bû û rêbendeke demkî li devera Hefayir li bakurê bajarokê Xan Ernebe danî.
Di 24 demjimêrên bûrî, tevgera hêzên Israîlê li başûrê Sûriyê zêde bûye, li gorî şopandina Welat TV di wê heyamê de, wan hêzan 6 ger li wê deverê encam dane.
Ji destpêka salê ve, tevgera hêzên Israîlê li başûrê Sûriyê berdewam e, tê de hilmetên pişiknînê encam dide û hejmarek kes girtine.