Programa Xwarinê ya Cîhanî bi rêjeya 50% alîkariyên xwe li Sûriyê kêm kirin
Welat TV - Hewlêr
Programa Xwarinê ya Cihanî alîkariyên xwe li Sûriyê bi rêjeya 50% kêm kirin.
Programa Xwarinê ya Cihanî ya bi ser Netewên Yekbûyî ve, di raportekê de ragihand ku di vê meha Gulanê de wê alîkariyên xwarinê bo Sûriyê kêm kirin û hejmara sûdmendan ji 1.3M kesî bo 650.000 kesî hate kêmkirin.
Li gorî Programa Xwarinê, ev kêmkirin bi sedema kêmbûna perepêdanê ye.
Diyar kir jî ku ta niha hîn 7.2M kes li Sûriyê rastî nebûna ewlehiya xwarinê tên, ji wan 1.6M rûbirûyî astên tund ên birçîbûnê tên.