Rêkeftineke ENKS û PYD derbarê hilbijartinên Encûena Gel li Sûriyê
Welat TV - Hewlêr
ENKS û PYD li ser destnîşankrina nûnerên xwe ji bo Perlemana Sûriyê li hev kir.
Li gorî zanyariyên Welat TV, Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKS û Partiya Yektiya Demokrat PYD derbarê diyarkirina nûnerên Kurdan li parêzgeha Hesekê di perlemana Sûriyê de li hev kiriye.
Her li gorî zanyariyan rêkeftin hatiye kirin ku ji 9 endamên Perlemanê li Hesekê 4 nûnerên Kurdan, 4ên Ereban û 1 Siryaran bin, herçar nûnerên Kurdan jî 2 ji ENKS û 2 ji PYD bin.
*Amadekariyên Hilbijartinan Li Hesekê
Niha li Parêzgeha Hesekê amadekariyên hilbijartinên Perlemana Sûriyê tên kirin, Komîteyên Şaxî hatine destnîşankirin, û biryar e di demeke nêzîk de ew hilbijartin bi rê ve biçin.
Hesekê yek ji parêzgehên Sûriyê ye ku bi pirengiya pêkhateyên xwe diyar e, ev yek jî şêweya nûnertiyê li wê dibe cihê guhpêdaneke berfireh ji aliyê hêzên siyasî yên Kurdî, Erebî û Siryanî ve.
*Civîneke berfireh ya ENKS li Hesekê
Li gorî zanyariyên Welat TV, di civîna îro ya ENKS de her yek ji serkirdeyê Partiya Wekhevî Ridwan Sîdo û endama Desetya Serokatiya ENKS Fesle Yûsif di hilbijartinan de dengên herî zêde anîn.
Ji aliyekê din ve, endamê Desteya Serokatiya ENKS Silêman Oso ji Welat TV re behsa civînê kir û got ku di civîna îro de wan hejmareke mijar gotûbêj kirine, yek ji wan beşdariya di hilbijartinên perlemana Sûriyê de bû.
Oso got jî ku ew kar dikin ku lihevkirineke kurdî derbarê hilbijartinan hebe, û diyar kir ku ew dixwazin di perlemana Sûriyê de beşdarî Komîteya Nivîsdandina Destûra Sûriyê bikin û berevandiyê di ber mafên gelê Kurd de bike.