Rêbendeke ewlehiyê li gundewarê Kobaniyê rastî êrîşekê hat

Rêbendeke ewlehiyê li gundewarê Kobaniyê rastî êrîşekê hat

Welat TV - Hewlêr

Rêbendeke ewlehiyê li gundewarê Kobaniyê rastî êrîşekê bi çekên navend hat.

Jêderên xwecihî da zanîn ku derengiya şeva bûrî rêbendeke hêzên ewlehiyê li gundê Cib El-Ferec li gundewarê rojavayê Kobaniyê rastî êrîşê bi Ar Bî Cê ji aliyê çekdarine nenas ve hat.

Li gorî jêderan wan çekdaran ji navçeya Şêxeler rêbenda li gundê Cib El-Ferec armanc kir.

Ta niha tu zaniyarî derbarê ziyanan nehatine belavkirin her weha hîn tu aliyan ew êrîş li xwe negirtiye.