Efrîn.. Beşê Wêjeya Kurdî li zanîngeha Helebê tê vekirin
Welat TV - Hewlêr
Li Efrînê beşê Wêjeya Kurdî li zanîngeha Helebê di demeke nêzîk de tê vekirin.
Rêveberê Devera Efrînê Xêro El-Dawûd û serokê zanîngeha Helebê Dr. Mihmed Re´dûn li avahiya serokatiya zanîngehê civiyan, jêdereke taybet ji Efrînê ji Welat TV re da zanîn ku li Efrînê beşê Wêjeya Kurdî li zanîngeha Helebê di demeke nêzîk de tê vekirin.
Jêderê diyar kir ku vekirina beşê Wêjeya Kurdî dikeve di çarçoveya mersûma 13an de.
Di vê derbarê de, Devera Efrînê di daxuyaniyekê de ragihand ku di civîna El-Dawûd û Re´dûn de, vekirina kolêj û beşên nû yên zanîngeha Helebê li Efrînê hate gengeşekirin.
Daxuyaniyê diyar kir ku civînê tekezî li ser girîngiya berferhkirina jêrxaneya xwendinê û peydakirina beşên cuda yên zanîngehê li deverê kir, ji bo bihêzkirina nexşerêya zanistî û çandî û piştgiriya geşpêdana domdar.
Li gorî daxuyaniyê, ev hevdîtin tê di çarçoveya hewlên berdewam de ji bo pêşxistina karta xwendina bilind li Efrînê û peydakirina pêwîstiyên xwendevan û saziyên ekadîmîk.