Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Turkiyê kir

Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Turkiyê kir

Welat TV - Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî duh êvarê pêşwazî li Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir.

Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand, civînê diyar kir ku serdana Serokê Turkiyê û şanda pê re bo Bexdayê, lihvkirin û peymanên di navbera Turkiya û Îraqê de hatine îmzekirin, girîng û dîrokî ne û dê bibin fakterek ji bo bicîkirina geşepêdan û seqmgêriyê.

Civînê têkezî li ser pêşxistin û berfirehkirina peywendiyên di navbera Îraq, Herêma Kurdistanê û Turkiyê de kir, ji bo bihêzkirina seqamgêriya herêmî, hevkarî û hemahengiya hevbeş di warên cuda de.

Her weha dawîn pêşhateyên deverê jî di civînê de hatin gotûbêjkirin.

Duh êvarê Serokê Turkiyê gihîşt Hewlêrê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî hate pêşwazîkirin.