Hesekê.. Belavkirina mûçeyên mamosteyên ku tevlî saziyên hikûmetê bûne dest pê kir
Welat TV - Hewlêr
Rêveberiya Perwerdeyê li Hesekê dest bi belavkirina mûçeyên mamosteyên ku bo saziyên hikûmeta veguhêz li Cizîrê hatine tevlîkirin, kir.
Îro Rêveberiya Perwerdeyê li Hesekê mûçeyên mehên Adar û Nîsanê yên mamosteyên ku hatine tevlîkirin li navendên Şedadê, Erîşe û Mergede belav kirin.
Roja Yekşemê, Rêveberiya Perwerdeyê li Hesekê ragihand ku ew ê Duşem, Sêşem û Çarşemê mûçeyên mamosteyên ku bo saziyên hatine tevlîkirin, belav bike.
Li gorî wê daxuyaniyê, sibe mûçe li navendên Hol û Til Birak tên belavkirin û roja Çarçemê jî li navendên Til Koçer û Til Hemîsê tên belavkirin.