Efrîn.. Roja Zimanê Kurdî ji ber ranekirina ala Turkiyê hat betalkirin

Efrîn.. Roja Zimanê Kurdî ji ber ranekirina ala Turkiyê hat betalkirin

Welat TV - Hewlêr

Ji ber ku ala Turkiyê ji navenda çandê ya Efrînê nehate rakirin, çalakiya Roja Zimanê Kurdî hat betalkirin.

Xwendevanekî zanîngeha Gazî Entabê li Efrînê ji Welat TV re got, biryar bû îro çalakiya Roja Zimanê Kurdî ku ji aliyê Rêveberiya Devera Efrînê ve bihata lidarxistin, lê ji ber ku berpirsên zanîngeha Gazî Entabê red kirin ku ala Turkiyê li ser stêca navenda çandê ya Efrînê were rakirin, Rêveberiya devera Efrînê ew çalakî betal kir.

Wî xwendevanî ku nexwest navê wî were eşkerekirin got jî, alozî di navbera rêkxerên çalakiyê û berpirsên zanîngehê de çêbûn û kesên ku li wir amade bûn ji navenda çandê ya Efrînê ku di destê zanîngehê de ye derketin.

Wî xwendevanî got jî, berpirsên zanîngehê gefa dûrxistinê jî li hinek xwendevanan xwar.

Biryar bû îro, demjimêr 1ê piştî nîvro ew çalakî di bin dirûşma Ziman berpirsyaretiyeke niştîmanî û mirovahî ye bihata lidarxistin, lê ji ber aloziyê çalakî hilweşiya.