Qamişlo.. PDK-Sê ahengek bi helkefta Roja Rojnamegeriya Kurdî li dar xist
Welat TV - Hewlêr
Nivîsgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya “PDK-S” duh ahengek bi helkefta derbasbûna 126 salan bi ser derketina yekem rojanmeya Kurdî re li dar xist.
Bi amedebûna nûnerên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê “ENKS”, Bereya Aştî û Azadiyê, rêxistinên civaka sivîl, rêxistin û yekîtiyên rewşenbîrî, ciwanan, jinan û mafnasî aheng bi rê ve çû.
Endamê Polîtbîroya PDK-Sê, Beşar Emîn gotina Nivîsgeha Rewşenbîrî û Ragihandinê ya partiyê pêşkêş kir, tê de li ser dîroka rojnamegeriya Kurdî û derketina yekem rojnameya Kurdî “Rojnameya Kurdistan” ji aliyê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan ve sala 1898 li Qahîra paytexta Misrê, rawestiya.
Beşar tekezî li ser girîngiya ragihandinê di dema niha de û hebûna wê ji bo xizmeta azadiya nêrîn û derbirînê kir her weha li ser rewşa ragihandina PDK-Sê rawestiya.
Endamê Serokatiya ENKSê, Ebdulbarî Xelef gotina encûmenê pêşkêş kir, tê de behsa derketina yekem rojnameya Kurdî û rola binemala Bedirxan di xizmeta doza Kurdî de, kir.
Her weha, hejmarek helbest hatin xwendin û çend stranên netewî û niştîmanî ji aliyê koma Serxwebûn ya Folliklorî ve hatin pêşkêşkirin.