Kobanî.. Ciwanekî bi guleyên Cendirmeyên Turkiyê canê xwe ji dest da
Welat TV - Hewlêr
Ciwanek bi guleyên cendirmeyên Turkiyê li ser sînor, li Kobaniyê hate kuştin.
Li gorî jêderên ji gundewarê Helebê, dema ku ciwanê bi navê Mistefa El-Ilêwî ku xelkê bajarokê El-Hadir ê Helebê ye hewl dida di nêzîkî Kobaniyê re sînorê Turkiyê derbas bike, cendirmeyan guleyên rasterast avêtin û di encamê de canê xwe ji dest da.
Duşema bûrî jî Li gundewarê Kobaniyê welatiyek di dema ku zaviya xwe av dida li gundê Kîkanê, li nêzîkî Sînorê li gel Turkiyê, bi guleyên cendirmeyan hat kuştin.
Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ji destpêka vê salê ve 6 sivîl ji aliyê cendirmeyên Turkiyê ve hatine kuştin.