Yaneya Cîhad a topa pê banga vegerandina xwe li Qamişlo dike

Yaneya Cîhad a topa pê banga vegerandina xwe li Qamişlo dike

Welat TV - Hewlêr

Yaneya Cîhad a topa pê banga vegerandina saziyên xwe li bajarê Qamişlo dike û diyar kir ku pere ji tîma wan tên xwestin hember encamdana rahênanan li lîstgeha 12ê Adarê.

Yaneya Cîhad di daxuyaniyekê de ragihand ku ew ji aliyên peywendîdar ve li Qamişlo tên paşguhkirin û ta niha lîstgeha 12ê Adarê bo dibistana wê nehatiye dayîn ji bo rahênanên di werza havînê de.

Daxuyaniyê da zanîn ku radestnekirina saziyên Yaneya CÎhad ta niha stemkarî ye dermafê yaneyeke xwedan dîrokeke mezin û cemawerekî berfereh.

Yaneyê diyar kir ku li cihê vegerandina saziyên wê, ji wê tê xwestin ku pereyan bide hember encamdana rahênanan li lîstgeha 12ê Adarê.

Daxuyaniyê got jî ku Yaneya Cîhad beşeke ji nasnameya Qamişlo û divê hemû li kêleka wê rawestin bi taybetî di van mercên zehmet de.