Nûciwanek di çemê Ferat de li Dêra Zorê bin av bû û lêgerîn berdewam e

Nûciwanek di çemê Ferat de li Dêra Zorê bin av bû û lêgerîn berdewam e

Welat TV - Hewlêr

Nûciwanek li gundewarê Dêra Zorê di çemê Ferat de bin av bû û lêgerîn ji bo dîtina wî berdewam e.

Duh nûciwanekî 17 salî li nêzîkî bajarokê Meghan li rojhilatê Dêra Zorê di çemê Feratê de bin av bû, ji duh lêgerîn berdewam e ji bo dîtina wî.

Îsal bi dehan kes li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê di çem û golên avê de xeniqîn.

Beriya çande rojan, Wezareta Hawarçûn û Birêvbirina Karesatan a Sûriyê hişyarî da welatiyan ji binavbûnê di çem, golên avê de û ji wan xwest ku çavdêriya zarokên xwe bikin dema ku nêzîkî avê dibin.