SRK-S: Bi saya hewildanên Miqad Bedirxan Kurd di warê rojnamegeriyê de pêşng bûn

SRK-S: Bi saya hewildanên Miqad Bedirxan Kurd di warê rojnamegeriyê de pêşng bûn

Welat TV - Hewlêr

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê - Sûriya pîrozbahî li hemû rojnamevanên Kurd bi helkefta Roja Rojnamegeriya Kurdî kir.

Sndîkayê di daxuyaniyekê de duh ragihand, îro 126 sal bi ser derketina ronameya (Kurdistan) re ya ku rojnamevanê Kurd Mîr Miqdad Midhet Bedirxan damezrandî derbas dibin, ev bîranîn li ser dilê me humûyan giranbuha ye.

Daxuyaniyê da zanîn, Pêşengan gelek êş kişandin ji bo berdewamiya weşana (Kurdistan) ku xaleke ronak e ji rojnamevanên Kurd re li her dem û cihan pê şanaz in.

Serbar kir, di vê rojê de rojnamevanên Kurd, li seranserê cîhanê, hurmet û pêzanîna xwe ji bo Mîr Bedraxan didebirînin, ji ber rola wî ya mezin di cîhana rojnamegeriyê de ku tekez kir, Kurd ji neteweyên din ne kêmtir in û pêşeng bûn bi saya hewildanên wî yên mezin.

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê - Sûriya amaje kir, Rojnamevanên Sûrî ji dema kudetaya Be´sê berî dehan sal li ser desthilatê ve û ta niha rastî zehmetiyên mezin hatine, rojnamevanê Sûrî yê ku li derveyî bazineya rejîmê kar dike, rastî astengî, girtin û gefxwarinê tê.

Diyar kir jî, dema ku rêveberiya PYDê desthilata deverên Kurdî li Sûriyê wergirt, dezgehên PYDê rêbaz û reftarên mîna yên rêjîmê di serkutkirina ragihandinê de bi giştî pejirandin. Her rojnamevanekî bi ramanên cuda rastî tundiya rêbazkirî hat, hin kes hatin girtin, tiliyên wan hatin şikandin û bê behaneyên yasayî û mirovî hatin dersînorkirin.

Daxuyaniyê bal kişand ser wê yekê ku, 31ê Adarê, rojnamevan Rakan Ehmed, peyamnêrê ajansa (Nodem Rojava) li bajarokê Girkê Legê û 2yê Nîsanê, Ehmed Sufî, rojnamevanê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya hatin revandin, ta niha çarenivîsa wan ne diyar e û peywendî di navbera wan û malbatên wan de hatiye birîn, ev yek jî berovajî hemû pîvan û nirxên mirovî ye.

Di dawiyê de, sendîkayê pîrozbahî li hemû rojnamevanên Kurd kir û silav li giyanê Ciwan Mîranî, yekem kaptinê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistan - Sûriya kir.