USCIRF: Hikûmeta Sûriyê di parastina azadiya olan û kêmîneyan de bi ser neket
Welat TV - Hewlêr
Komîteya Emerîka ya Azadiya Olî ya Navdewletî ”USCIRF” da zanîn ku hikûmeta Sûriyê bo qonaxa veguhêz di parastina azadiya olan û kêmîneyan de bi ser neket.
Komîteyê di raportekê de ragihand ku alîne hikûmî û nehikûmî li Sûriyê karên tundûtûjiyê li ser bingehên taifî encam dan, weke kuştina Elewî, Durzî, Kiristiyan û pêkhateyên olî yên din.
Raportê got jî ku hikûmeta veguhêz li Sûriyê di parastina azadiya olan û kêmîneyan de bi ser neket.
Komîteyê diyar kir ku rêxistina DAIŞ a terorîst gefê li azadiya olî li Sûriyê dixwe bi rêya êrîşên li ser cihên olî û kuştina xelkê.
Raportê da zanîn jî ku komîteyê di rapoarta xwe ya îsal de ji Wezareta Derve ya Emerîkayê xwestiye ku Sûriyê weke welatekî metirsîdar ragihîne ji ber binpêkirinên mezin li dijî azadiya olî.