Roja Zimanê Kurdî.. 94 sal di ser derxistina "Kovara Hawar" re derbas dibin

Roja Zimanê Kurdî.. 94 sal di ser derxistina
Roja Zimanê Kurdî.. 94 sal di ser derxistina "Kovara Hawar" re derbas dibin

Welat TV - Hewlêr

Her sal weke vê rojê, 15ê Gulanê, Kurd Roja Zimanê xwe yê Dayikê pîroz dikin.

Ev roj ji bo bîranîna "Kovara Hawar" ku xwedî roleke sereke ye di pêşxistina Zimanê Kurdî bi tîpên Latînî de, hatiye destnîşankirin.

*Derxistina Hawar

Di 15ê Gulana 1932yan de Mîr Celadet Bedirxan li Şama paytexta Sûriyê Kovara Hawar a wêjeyî damezrand û yekem hejmar jê hat çapkirin.

Ta 15ê Tebaxa 1943yan berdewam kir û 57 hejmarên wê derketin.

Ji hejmara 1ê ta ya 23yan bi tîpên Kurdî yên Latînî û Aramî dihat çapkirin, piştre tenê bi tîpên Latînî berdewam kir.

*Rewşa Zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê

Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, di dirêjahiya salan de Zimanê Kurdî rastî paşguhkirin û qedexekirinê li ser destê desthilatdarên Sûriyê dihat.

Piştî hilweşandina Rêjîma Esed, serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri' mersûma jimare 13 derxist, tê de danpêdan bi Zimanê Kurdî weke zimanekî niştîmanî hat kirin.

Miletê Kurd li Sûriyê pêşwazî li wê gavê kir lê tekez dike ku ev yek ne bes e û divê gerentiyên destûrî jî hebin û Zimanê Kurdî bibe fermî.