Elmanya.. Roja Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

Elmanya.. Roja Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

Welat TV - Hewlêr

Li bajarê Bremen ê Elmanya Roja Zimanê Kurdî bi çalakiyeke berfireh hat vejandin û pîrozkirin.

Çalakî ji aliyê Komeleya Newroz û bi hemahengî li gel fedrasyona navdewletî ya zimanê Kurdî bi rê ve çû.

Di çalakiyê de, hejmareke mezin a Kurdistaniyan amade bûn û çalakiyên curbicur hatin lidarxistin.

Çalakiyê tekezî li ser parsatina zimanê Kurdî li nava Kurdên Diyasporayê kir û bang li malbatan kir ku nehêlin zarokên wan zimanê xwe ji bîr bikin.