ENKS banga vegereke bilez li nirxê genim dike: Ne li gorî têçûnan e
Welat TV - Hewlêr
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ragihand ku nirxê hikûmeta Sûriyê bo genim destnîşankirî kêm e û ne li gorî rewşa abûrî û têçûnan e.
Emîndariya Gîştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de got ku nirxê bo genim hatî destnîşankirin gefê li pêşeroja karta çandiniyê dixwe û gelek cotkaran ji çandinyê dûr dixe.
Daxuyaniyê bang kir ku vegereke bilez li nirxê kirîna genim çêbibe ku li gorî têçûnan be û sûdeke li cotkaran bike.
ENKS da zanîn jî ku divê siyasetine werin pejrandin ji bo piştevaniya karta çandiniyê, sivikirina barê cotkaran û dabînkirina pêwîstiyên çandiniyê bi nirxên guncaw.
ENKS her weha banga parastina cotkaran ji siyasetên ku barê wan giran dikin, kir.
Di dawiya daxuyaniya xwe de ENKS got ku piştevaniya cotkaran berpirsyaretiyeke niştîmanî û rewştî ye nayê paşguhkirin.