Nêçîrvan Barzanî Papa vexwend seredana Herêma Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî Papa vexwend seredana Herêma Kurdistan

Welat TV - Hewlêr 

Serokê Herîma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Papayê Vatîkanê civiya.

Îro di çarçoveya seredaneke fermî de bo Îtalya, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Papayê Vatîkanê Liyoyê Çardem civiya.

Nêçîrvan Barzanî li ser pilatforma Xê got, şerefmendbûm bi dîtina Papa Liyo û min tekez kir ku kristiyan û tevaya pêkhateyên din ne bi tenê beşekî neveqetiyayî yên dîrok û nasnameya Herêma Kurdistanê ne, lê ew berdewam in di dariştina pêşeroja wê de jî. 

Her weha ji Papayê vatîkanê re tekez kir ku parastina mafên kiristiyanan û hebûna wan li ser xaka bav û kalên wan dê her dem bimîne erkê li ser mil.

*Diyalog û pêkvejiyan

Serokê Herîma Kurdistanê pêzanîna Iraq û Herêma Kurdistanê bo serkirdayetiya ruhî ya Vatîkanê û rola wê ya giring di bihêzkirina diyalog û pêkvejiyanê de li tevaya cîhanê, derbirand.

Serokê Herîma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî her weha Papa Liyoyê çardem vexwendî seredana Iraq û Herêma Kurdistanê kir.