27383 xwendevanên polên 9 û 12an ezmûnan li herêma Cizîrê pêkşêş dikin
Welat TV - Hewlêr
27383 xwendevanên polên 9 û12an ezmûnan li herêma Cizîrê pêkşêş dikin.
Rêveberiya Perwerdeyê li Hesekê ragihand ku 12958 xwendevanan navên xwe tomar kirine ji bo pêşkêşkirina ezmûnên pola 12an.
Rêveberiyê îro di daxuyaniyekê de got ku 12412 xwendevanan navên xwe tomar kirine ji bo pêşkêşkirina ezmûnên giştî yên pola 12an û 546 xwendevanan jî navên xwe tomar kirine ji bo ezmûnên pîşeyî.
Daxuyaniyê diyar kir ku ew xwendevan li 50 navendî ezmûnan pêşkêş dikin û ew navend li Hesekê, Qamişlo, Serê Kaniyê û Şedadê belav dibin.
Perwerdeya Hesekê da zanîn jî ku 14425 xwendevanan navên xwe tomar kirine ji bo pêşkêşkirina ezmûnên pola 9an.
Xwendevanên pola 9an ezmûnan li 57 navendan pêşkê dikin, ew navend li Hesekê, Qamişlo, Dêrik, Serê Kaniyê, Şedadê û Til Koçer belav dibin.
Ezmûnên Pola 9an di 4ê meha Hezîrana bê de tên lidarxistin û yên bekeloriya jî 6 Hezîranê dest pê dikin.