Kobanî.. Doseya tevlîkirina saziyên xwendinê hate gotûbêjkirin

Kobanî.. Doseya tevlîkirina saziyên xwendinê hate gotûbêjkirin

Welat TV - Hewlêr

Şandek ji Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê û Rêvebriya Perwerdeyê li Helebê gihîşt Kobaniyê û rewşa xwendin hate gotûbêjkirin.

Îro şandeke hevbeş ji Wezareta Perwerdeyê û Rêvebriya Perwerdeyê li Helebê gihîşt Kobaniy ji bo gengeşekirina doseya tevlîkirina saziyên xwendinê.

Di civînê de, behsa mîkanîzmên tevlîkirina saziyên xwendinê û başkirina rewşa wan û ezmûnên polên 9 û 12an hate kirin.

Ev yek tê piştî ku duh Rêvebirê Devera Kobaniyê Ibrahîm Mislim gihîşt bajêr û yekem civînên xwe li dar xist û bi fermî dest bi karê xwe ji nava Kobaniyê dike.