Amadekariyên vegera yekem karwanê koçberkiriyên Efrînê ji Kobaniyê têne kirin

Amadekariyên vegera yekem karwanê koçberkiriyên Efrînê ji Kobaniyê têne kirin

Welat TV - Hewlêr

Amadekariyên vegera yekem karwanê koçberkiriyên Efrînê ji bajarê Kobaniyê têne kirin.

Jêderên xwecihî ji Kobaniyê ji Welat TV re da zanîn, ku amadekarî ji bo vegera yekem karwanê koçberkiriyên Efrînê ji bajarê Kobaniyê û gundên wê tên kirin.

Li gorî heman jêderan, zêdetirî 600 malbatên Efrînê li Kobaniyê dijîn, beşek ji wan di nav dibistan û penagehan de dijîn, her weha beşek di nav xaniyên kirê de ne.

Ji dema rêkeftina 29ê Çileyê di navbera HSDê û Şamê de hatiye îmzekirin, kar li ser vegerandina koçberkiriyan tê kirin, ta niha 5 karwanên malbatên Efrînê ji deverên Cizîrê, weke Hesekê, Qamişlo û Dêrikê vegeriyan Efrînê.

*3400 malbat

*Karwanê yekem di 9ê Adarê de bû, 400 malbat li xwe digirtin.

*Karwanê 2yem, di 4ê Nîsanê de bû, 200 malbat li xwe digirtin.

*Karwanê 3yem di 14ê Nîsanê de bû, 800 malbat li xwe digirtin.

*Karwanê 4em di 9ê Gulanê de bû, 1200 malbat li xwe digirtin.

*Mezintirîn karwan a 5em bû di 10ê Gulanê de bû 1300 malbat li xwe digirtin.