Beşar Emîn: Divê herî kêm 40 perlemanterên Kurd hebin

Welat TV - Hewlêr 

Berpirsê Nivîsîngeha Ragihandina Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya, PDK-Sê Beşar Emîn ragihand ku hejmara nûnerên Kurdan li perlemana Sûriyê kêm e û divê hejmar were zêdekirin.

Beşar Emîn ji Welat TV re got, Nûnerên gelê Kurd di perlemana Sûriyê de divê li gorî hejmara wan be, ne bi 2 û 3 endman be, li gorî rêjeya Kurdan 20%, divê hejmara endaman ên nûnerên gelê Kurd bikin, herî kêm 40 endam bin.

Berpirsê Nivîsîngeha Ragihandina Navendî ya PDK-Sê Beşar Emîn diyar kir, ji bo nivîsandina destûrê pêwîstî bi hevpariyeke giştgir ji tevaya pêkhateyên Sûriyê heye, da ku mafên hemûyan biparêze.

Berpirsê Nivîsîngeha Ragihandina Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya, Beşar Emîn tekez kir ku qonaxa niha ya hemahengî û peywendiyan e, û divê peywendiyên me yên baş bi Ermen, Suryan, Turkman û Ereban re hebin, da ku bi hev re kar li ser pêşeroja welêt bikin.