Siwêda.. Di teqîna mayînekê de endamekî hêzên navxwe hate kuştin
Welat TV - Hewlêr
Li Gundewarê Siwêdayê di encama teqîna mayînekê de endamekî hêzên navxwe hate kuştin.
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan da zanîn ku, ji encama teqîna mayînekê bi otomobîleke wezareta navxwe ya Sûriyê li devera Sefa li Rojhilatê parêzgeha Siwêdayê endamekî hêzên ewlekariyê hate kuştin û yekî din jî birîndar bû.
Ta niha li seranserî Sûriyê metirsiya mayîn û paşmayên şer zêde ne û berdewam xelkê sivîl û leşker dibin qurbaniyên teqîna paşmayan.
Rêxistinên mirovî û çalakvanên Sûrî beng li tîmên endezyariyê dikin ku kar li ser rakirin û nehiştina mayînan û li bajar û gundan bikin bi taybet li deverên ku şerûpevçûn tê de gur bû.