Kuştî û birîndar hene.. Teqînek li Şamê çêbû
Welat TV - Hewlêr
Teqîneke li navenda bajarê Şamê çêbû û kuştî û birîndar hene.
Îro teqînek li pêş avahiya rêvebiriya çekirinê ya Wezareta Berevaniyê li nêzîkî taxa Diwêli´a li devera Bab Şerqî çêbû.
Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê ragihand ku grûpeke artêşa Sûriyê bombeyeke çandî ku hatibû amadekirin ji bo teqndinê, li nêzîkî avahiyeke bi ser Wezareta Berevaniyê ve li devera Bab Şerqî dît.
Li gorî Wezareta Berevaniyê, wê grûpê bi awayekî yekser serederî li gel wê bombeyê kir û hewla pûçkirina da, lê otombîleke bombekirî li heman deverê teqiya, di encamê de, serbazek hate kuştin û birîndar hene.
Ji aliyê xe ve, Wezareta Tendirustiyê ragihand ku 18 birîndarên wê teqînê gihîştine nexweşxaneyan.