Nirxê firotina dolarê Emerîkî li Sûriyê bo 14100 Lîreyên Sûrî bilind bû
Welat TV - Hewlêr
Nirxê firotina dolarê Emerîkî li Sûriyê bo 14100 Lîreyên Sûrî bilind bû.
Îro yek dolarê Emerîkî li bazarên Sûriyê bi 14100 lîreyên Sûrî hat firotin.
Ev yekem car e nirxê dolar weha bilind dibe ji dema hatina hikûmeta veguhêz bo desthilatê.
Nizmbûna nirxê Lîreya Sûrî bi vî awayî li hember dolarê Emerîkî bû cihê dilgiraniya welatiyan.
Tevî derbasbûna zêdetirî sal û nîvekî di ser hilweşîna rêjîma Esed re, hîn aramî di nirxê Lîreya Sûrî de çênebûye, li gorî çavdêran ev yek astengiyan li pêş hewlên dubare avakirinê derdixe.