El-Şeri' beşdariyê di lûtkeya Grûpa G7 de li Fransa dike
Welat TV - Hewlêr
Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri' beşdariyê di lûtkeya "Grûpa G7" de li Fransa dike.
Ajansa "Reuters" ji hejmarek jêderên agahdar veguhestiye ku El-Şeri' dê weke mêvan beşdariyê di di lûtkeya serkirdeyên "Grûpa G7" de li Fransa bike.
Ev yekem car e Sûriyê beşdariyê di vê lûykeyê de ji dama damezirandina wê ve di sala 1975an de dike.
Biryar e karên lûtkeyê di 15ê Hezîrana bê de dest pê bikin û ta 17 Hezîranê berdewm dikin.
Grûpa G7 korbendeke siyasî û abûrî ya navdewletî ye, 7 welatên xwedî abûriya pêşketî di cîhanê de li xwe digire, ji wan: Emerîka, Birîtanya, Fransa û Elmaniya.