Mesrûr Barzanî bo qehremanê cîhanî Namo Fazil: Em şanaziyê bi te dikin
Welat TV - Hewlêr
Îro 21ê Gulana 2026an, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li qehremanê Kurd ê cîhanî Namo Fazil kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dxuyaniyekê de li ser tora civakî got, Bi dîtina qehremanê Kurd ê cîhanî Namo Fazil, kêfxweş bûm.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez kir, Em şanaziyê bi Namo Fazil dikin û em ê di piştevaniya wî de berdewam bibin.