Yekîtiya Jinên Kurdistan – Sûriya nivîsgeha xwe li Qamişlo vekir
Welat TV - Hewlêr
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê îro 21ê Gulana 2026an, Yekîtiya Jinên Kurdistan – Sûriyê nivîsgeha xwe vekir.
Şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurdî bi serokatiya Serokê wê Mihemed Ismaîl di merasîmên vekirina nivîsgehê de amade bûn.
Di merasîmên vekirinê de hejmarek jinên Kurd, nûnerên rêxistinên siyasî, civaka sivîl û çalakvanên bajarê Qamişlo beşdar bûn.
Di gotarekê de Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî, ENKSê Mihemed Ismaîl tekezî li ser rola girîng a jinên Kurd di xebata neteweyî û niştîmanî de kir.
Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî da zanîn ku Jinên Kurd xwedan roleke serekî di xebata gelê Kurd de ne.
Ji aliyê xwe ve jî, Berpirsa Yekîtiyê Torîn Şemdîn got, vekirina nivîsgehê li Qamişlo gaveke ji bo rêkxistina karê jinan û xizmeta wan di hemû waran de ye.