Qamişlo.. Nivîsgeha Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya û ya PYDKê hatin şewitandin
Welat TV - Hewlêr
Nivîsgeha Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya ”PDK-S” û ya partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdistanê ”PYDK” li Bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hatin şewitandin.
Malpera fermî ya PDK-Sê vîdyo û wêneyên şewtandina nivîsgehê belav kirin û da zanîn, çekdarên PYDê agir bi Ala Kurdistanê û nivîsgeha Rojhilatî ya partiyê li Qamişlo xist.
Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li ser rûpela xwe di tora civakî ”Facebook” ragihand, çekdarên ”Ciwanên Şoreşger” yên ser bi PYDê ve agir bi nivîsgeha PYDKê li Qamişlo xist.
Jêderên xwecihî ji xwecihiya Tirbespiyê ya ENKSê ragihandin, derengiya şeva borî çekdarên PYDê êrîşî nivîsgeha xwecihiyê kir, du Alên Kurdistanê anîne xwarê, agir bi Alekê xist û reviyan piştî bihîstina dengê xelkê li kolanan.
Di lêdwaneke taybet de, Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Hesen Remzî ji malpera Welat TV re ragihand, ev ne cara yekê ye ku çekdarên PYDê bi van kiryarên radibin, ev kiryar cihê şermezariyê ne, xizmeta mafên gelê Kurd û yekrêziya wî nakin.
Hesen Remzî bang li aliyên navdewletî bi taybetî Emerîka kir ji bo danîna sînorekê ji van kiryar û karên hovane re.
Di mehên Sibat û Adarê de jî, nivîsgehên ENKSê li bajarên Kobanî, Amûdê, Girkê Legê û Dêrikê hatin şewitandin.
Di 8ê Adarê de, Balyozxaneya Emerîkî li Sûriyê nîgeraniya xwe derbarê berdewambûna êrîşan li ser nivîsgehên ENKSê de derbirand û banga rawestandina bilez ji van êrîşan re kir.