Kovareke Elmanî: 8 hezar Euro bo her penaberekî vegere Sûriyê

Kovareke Elmanî: 8 hezar Euro bo her penaberekî vegere Sûriyê

Welat TV - Hewlêr

Wezareta Navxwe ya Elmanyayê, hewla alîkariya zêde ji bo vegera penaberên Sûrî dike, li gorî kovareke Elmanî eger heye hikûmet 8 hezar Euro bide her penaberekî Sûrî ku bixwaze vegere welatê xwe.

Kovara Fox a Elmanî da zanîn ku, Wezareta Navxwe ya Elmanî niha lêkolînan li ser pêşniyarekê dike, ku her penaberekî Sûrî bixwaze bi awayê dilxwazane vegere welatê xwe, Hikûmet dê 8 hezar Euro pêşkêşî wî bike.

*Karvedan 

Pêşniyarê, karvendanên cuda li pey xwe anîn, partiya Kesk pêşniyar red kir, û got ev gaveke ne diruste û rewşa Sûriyê berbiçav nagire, ji aliyê xwe jî Partiya Demokrat a Kirîstiyan bi gaveke baş ji bo vegera penaberan dît.

Li Elmanyayê, 900 hezar penaberên Sûrî dijîn, 500 hezar ji wan heta niha bê regezname ne, bi tenê kerta parastina mirovî wergirtine.