Sûriyê û Libnanê tekziyê li ser berdewamiya hewlên avakirina komîteya hevbeş dikin

Sûriyê û Libnanê tekziyê li ser berdewamiya hewlên avakirina komîteya hevbeş dikin

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Derve yê Sûriyê Es´ed El-Şeybanî û Serokwezîrên Libnanê Newaf Selam hewlên avakirina komîteya hemahingiya hevbeş di navbera herdu welatan de gotûbêj kirin.

El-Şeybanî û Selam peywendiyeke telefonî encam da û peywendiyên dualî  û hevkariya hevbeş gotûbêj kirin.

Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand ku herdu aliyan her weha tekezî li ser berdewamiya hewlan ji bo avakirina komîteya hemahingiya hevbeş kir.

*Komîteya hemahingiya hevbeş

Hewlên vakirina komîteya hemahingiya hevbeş tên weke şûngirekî ji encûmena bilind a Sûrî - Libnanî re, ku di serdema rêjîma Esed de, hate avkirin û sala 2025an karê wê encûmenê hate rawestandin.

9ê Gulanê Newaf Selam serdana Şamê kir û li gel serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri´ civiya, û li ser avakirina komîteya hemahingiya hevbeş hate li hevkirin, ji armancên wê komîteyê:

⇒Rêxistinkirina peywendiyên siyasî û abûrî.

⇒Gengeşekirina doseyên sînorî.

⇒Gengeşekirina dozên girtî û wendabûyan.

⇒Rêxistinkirina karûbarên veguhestin û enerjiyê.

*Encûmena bilind a Sûrî - Libnanî

Encûmena bilind a Sûrî - Libnanî di serdema rêjîma Esed de, sala 1991ê, hate avkirin û baregeha wê li Şamê bû, Cotmeha 2025an jî karê wê encûmenê hate rawestandin, ew encûmen ji aliyê serokên herdu welatan ve bi rê ve diçû her weha serokwezîr û serokên perlemanên herdu welatan jî tê de beşdar bûn, erkên wê encûmenê jî ev bûn:

⇒Danîna siyasetên gîştî ji bo hemahingiyê di warên siyasî, ewlehî û abûrî de.

⇒Serperiştiya bicîkirina rêkeftinên dualî di navbera Sûriyê û Libnanê de.

⇒Derxistina biryaran û bicîkirina wan li herdu welatan.