Efrîn.. Komelgeheke niçtecîbûna Erebên hawirde vala bûye: "2500 malbat tê de bûn"
Welat TV - Hewlêr
Komelgeha niçtecîbûnê ya Qaziqlî li navçeya Cindirêsê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji Erebên hawirde vala bûye.
Li gorî zanyariyên Welat TV, 2500 malbat tê de bûn piranî ji şêniyên parêzgeha Idlibê bûn, piştî ketina Esed tavaya malbatan vgeriyan warê xwe.
Komelgeh sala 2020an, di navbera gundên Kefirsefrê û Tetera li ser rûberê 2 K.M piştî birîna darên daristana li wê deverê, hatiye avakirin niha bûye kavil û malbat tê de nemane.
Ji sala 2018an ve, li gorî Tîme Bersivdana Sûriyê zêdetirî nîv melyon Erebên hawirde li Efrînê hatibû bicîkirin, piştî ketina Esed rêjeyeke mezin vegeriya bajar û gundên xwe.
Li gorî jêderên xwecihî û mafnasan 17 komelgehên neştecîbûnê li Efrîn û navçeyên wê hatibû avakirin, û niha piraniya komelgehan vala bûne.
*Bi sedê hezaran Kurd vegeriyane
Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê tekez dike ku tevî astengiyan malbat ve vedigerîn lê ji dema ketina Esed û vekirina rêyan malbat bi hêsanî vedigerin û bi sedê hezran ji Kurdan vegeriyane û rêjeya Kurdan bûye 85 ji sedî ku di demekê de daketibû li jêr 40 ji sedî.
Ji dema Rêkeftina 29ê Çileya di navbera HSDê û Şamê de 8 karwanên malbatên koçberkiriyên Efrînê ji deverên Cizîrê û Kobaniyê vedigerin, 6 ji Cizîrê û karwanek ji Kobaniyê her weha karwanek bi serpireştiya rêveberiya Efrînê vegeriyabû.
Her weha bixwîne.. Du komelgehên niştecîkirinê li Efrînê ji Erebên hawirde vala bûne