ENKSê şewtandina nivîsgehên xwe li Qamişlo şermezar kir

ENKSê şewtandina nivîsgehên xwe li Qamişlo şermezar kir

Welat TV - Hewlêr

Emîndariya Gîştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ”ENKS” şewtandina nivîsgehên encûmenê şermezar kir û banga li Emerîka kir ji bo rawestandina van êrîşan.

ENKSê îro di daxuyaniyekê de ragihand, di gurkirineke nû de çekdaên PYDê berbanga 24ê Nîsanê, nivîsgehên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya û Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdistanê bi tevî kelûpelan li bajarê Qamişlo şewitandin.

Serbar kir, di heman demê de hewla çekdaran hewl da nivîsgeha ENKSê li bajarê Tirbespiyê jî bişewitînin, ev yek nîşana karê terorî yê pilankirî û rêbazkirî li dijî ENKSê û partiyên wê ye, bi şêweyekî ku her kes dizane niyaz ji van kiryaran çi ye.

ENKSê ev karên xirab yên ku bûne sedema nîgeranî û tirsandina xelkê û armanckirina nivîsgehên encûmenê bi tundî şermezar kirin.

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê bang li hemû çalakî û rêxistinên civakî, sivîl û partiyan kir ji bo şermezarkirina van kiryaran her weha daxwaz ji rêxistinên yasayî yên navdewletî û Hevpeymaniya Navdeletî bi taybetî Emerîka kir ku sînorekî ji van êrîşên re deynin.

Derengiya şeva borî, çekdarên PYDê nivîsgeha Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya ” û ya partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdistanê li Bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê şewitandin her weha Ala Kurdistanê li ser nivîsgeha ENKSê li Tirbespiyê şewitand.

Di mehên Sibat û Adarê de jî, nivîsgehên ENKSê li bajarên Kobanî, Amûdê, Girkê Legê û Dêrikê hatin şewitandin.

Di 8ê Adarê de, Balyozxaneya Emerîkî li Sûriyê nîgeraniya xwe derbarê berdewambûna êrîşan li ser nivîsgehên ENKSê de derbirand û banga rawestandina bilez ji van êrîşan re kir.