Nêçîrvan Barzanî û Iraqçî giringiya çespandina ewlehiyê li Rojhilata Navîn goûtûbêj kir
Welat TV - Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û wezîrê derve yê Îranê Ebas Iraqçî tekezî li ser giringiya kar ji bo çespandina ewlehiyê li Rojhilata Navîn kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî û Ebas Iraqçî pêwendiyeke telefonî encam da.
Herdu aliyan bihêzkirina pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Îranê, nexasim di warê pevguhertina bazirganî û abûrî de gotûbêj kir.
Her weha nêrîn derbarê rêyên bihêzkirina hemahingiyê ji bo parastina sînor pev guhertin.
Serokê Herêma Kurdistanê û wezîrê derve yê Îranê dawîn pêşhateyên deverê gotûbêj kirin, û tekez kir ku giring e welatên deverê ji bo çespandina ewlehî û aramiyê li Rojhilata Navîn kar bikin.