Kobanî.. Xwendevanên bekeloriya daxwaza encamdana ezmûnan li devera xwe dikin
Welat TV - Hewlêr
Li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, xwendevanên Bekeloriya xwepêşandaneke nerazîbûnê bi rê ve bir, û daxwaz kir ku ezmûnên wan ên bekeloriyayê li deverên wan li Kobaniyê werin lidarxistin.
Xwendevanan ji Welat TV re da zanîn ku divê ezmûnên wan mîna hemû cihên din ên Sûriyê li bajar û devera wan werin lidarxistin, Xwedevanan got ku çûna bajarokê Sirîn û Helebê li şûna Kobaniyê bo wan zehmet e û ne di karînên piraniya xwendevanan de ye.
Beriya 3 rojan, heman xwendevanên Kobaniyê derketin xwepêşandanekê û banga veguhestina ezmûnan bo bajêr kir, lê ta niha tu bersiv an jî daxuyanî ji aliyên fermî ve derneketine û çarenivîsa vê doseyê nehatiye zelalkirin.
Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Sûriyê biryara pêşkêşkirina ezmûnan li bajarokê Sirînê li Şûna bajarê Kobaniyê derxistibû, wê biryarê karvedan li pey xwe hiştine.