Kobanî.. Xwendevanên pola 12an banga veguhestina ezmûnan ji Sirînê bo bajêr dikin
Welat TV - Hewlêr
Xwendevanên pola 12an li Kobaniyê derketin xwepêşandanê û banga veguhestina ezmûnên xwe bo bajêr kir û girjî derketin.
Îro bi dehan xwendekarên pola 12an li pêş avahiya Rêveberiya Kobaniyê Kom bûn û banga veguhestina ezmûnan ji Sirînê bo Kobaniyê kir.
Beriya du rojan jî, bi dehan xwendevabên bajêr xwepêşandanek ji bo veguhestina ezmûnan bo kobaniyê li dar xist.
Beriya niha Rêvberiya Devera Kobaniyê ragihand ku îsal ezmûnên pola 12an li Sirînê tên lidarxistin ji ber hebûna debideran di dibistanên Kobaniyê de.