Elmanya.. Li Dusseldorfê projeya bihêzkirina jinan bi dawî hat
Welat TV - Hewlêr
Li bajarê Dusseldorfê yê Elmanya projeya bihêzkirina jinan li diyasporayê bi dawî hat, hejmareke jin hatin xelatkirin.
Di çalakiyên projeya pêşxistina şiyanên jinan di warên siyasî, yasayî û civakî de, 24 jin amade bûn, 36 wane di warên cuda de ji bo wan di dema 9 mehan de hatin pêşkêşkirin.
Çalakî ji aliyê Encûmena şaxê Elmanya ya Rêxistina Ewropa ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya ve hatibûn kirin.
Di çalakiyekê de 24 jinên beşdarî çalakiyê bûne, hatin xelatkirin, her weha çalakiyên curbicur bi rê ve çûn.