Rêxistina Asûrî pîrozbahiya ENKSê kir bi bûneya serkeftina nûnerên wê di hilbijartinan de
Welat TV - Hewlêr
Rêxistina Asûrî ya Demokratîk pîrozbahiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî kir bi bûneya serkeftina nûnerên wê di hilbijartinên Encûmena Gel de.
Îro şandeke rêxistina Asûrî ya Demokratîk bi serokatiya berpirsê rêxistinê Gebriyêl Mûşê serdana baregeha ENKSê li Qamişlo kir û ji aliyê serokê encûmenê Mihemed Ismaîl ve hate pêşwazîkirin.
Şanda Asûrî pîrozbahiya ENKSê kir li ser serkeftina nûnerên wê di hilbijartinên Encûmena Gel de û tekezî li ser girîngiya hevparî û pêkvejiyanê di navbera pêkhateyên deverê de kir.
Ji aliyê xwe ve, serokê ENKSê spasiya şandê kir û tekezî li ser girîngiya pêşxistina peywendiyên herdu aliyan li ser bingeha bawerî û hevkariya hevbeş, kir.
Roja yekşemê, hilbijartinên Encûmena Gel li deverên Kobanî û Cizîrê hatin lidarxistin, tê de, hersê berbijêrên ENKSê ku ji bo endamtiya Encûmena Gel a Sûriyê kandîd kiribûn bi serketin, li Kobaniyê nûnerê ENKSê Ferhad Şahîn bû endamê Encûmena Gel û li Cizîrê Ridwan Sîdo û Fesla Yûsif bûn endamên Encûmena Gel.