Bahozeke tozê li Cizîra Rojavayê Kurdistanê û hin deverên din
Welat TV - Hewlêr
Bahozeke tozê li Cizîra Rojavayê Kurdistanê û hin deverên din çêdibe û metirsî ji çêbûna agir û şewatan li nava zeviyên çandiniyê hene.
Wezareta Hewarçûn û Bêveberiya Karesetan a Sûriyê got ku rojên Pênşem û Înê dê lezatiya bayê li hin deverên Sûriyê zêde bibe, û dibe ku bighêje 50 ta 80KM di demjêrê de.
Li gorî ragihandina Wezareta Hewarçûnê, leztiya bayê dê bibe sedem ji bo çêbûna bahozeke tozê, ku taybet dê deverên Cizîrê, Dêra Zorê û Reqayê li xwe bigire.
Got jî ku eger heye asta dîtinê ji ber tozê kêm bibe, her weha metirsî ji çêbûna agir û şewatan li nava zeviyên çandinyê bêtir dibe.
Di dawiyê de hişyarî da welatiyan ku nabe çixareyên vêketî bavêjin nêzîkî zeviyan, û ji wan xwest ku dema bihêzbûna bayê dûrî dîwarên kevin, burcên elektirîkê û daran bikevin û bi hişyarî otombîlan biajon.