El-Şeri' li gel rûspiyên Dêra Zorê bandorên lehiya Feratê gotûbêj kirin
Welat TV - Hewlêr
El-Şeri' li gel rûspî û kesayetiyên Dêra Zorê civiya û bandorên bilindbûna asta çemê Feratê gotûbêj kirin.
Îro serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri' li gel şandeke wezarî gihşt parêzgeha Dêra Zorê ji bo şopandina rewşa parêzgehê, piştî çêbûna lehiyan di encama bilindbûna asata ava çemê Feratê.
El-Şeri' li gel hejmarek ji rûspî û kesayetiyên parêzgeha Dêra Zorê civiya.
Li gorî daxuyaniyekê ji Serokatiya Sûriyê, di civînê de bandora bilindbûna asta cemî Feratê û rêkarên hatî standin hatin gotûbêjkirin.
Her weha hejmarek doseyên girêdayî xizmetguzarî û geşepêdanê hatin gotûbêjkirin.
Her di wê civînê de, wezîrên pêwendîdar behsa karên wezaretên xwe û pilanên bersivdanê ji bo başkirina rewşa xizmetguzariyê li Dêra Zorê kir.